SBS Kurdish - SBS Kurdî-logo

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS (Australia)

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî...

Location:

Sydney, NSW

Description:

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Language:

Multilingual

Contact:

SBS Radio Sydney Locked Bag 028 Crows Nest NSW 1585 Australia (02) 9430 2828


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Çarşemê 13/05/2026

5/13/2026
Di vê bûletenê de: Hukûmet dixebite ku budceya xwe bifroşe ... dibêje wê biryarên dijwar dane... Parlamenterê nû yê Yek Netewe, David Farley, dibêje budce ji bo herêma wî ya NSW pir kêm tiştan dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:24

Ask host to enable sharing for playback control

Investors, renters react cautiously to Australia changing negative gearing, capital gains tax - Veberhêner û kirêdar li Australya ji guhertinên bacê bi hişyarî tevdigerin

5/13/2026
Speculation was rife in the lead up to this year's budget about what it would contain for housing investors. Now we know what Treasurer Jim Chalmers has planned for the capital gains tax discount, and negative gearing regime, both of which have been blamed for favouring investors over first home buyers and inflating prices. - Berî budceya îsal gelek texmîn hebûn ka ew ê ji bo kesên ku milkê veberhênanê hene çi wateyê bide. Niha em dizanin Xeznedar Jim Chalmers bi kêmkirina bacê li ser qezencên ji firotina milk û rêgezên bacê yên ku dihêle veberhêner bacê kêm bikin dema ku milkê wan yên kirê pereyan winda dikin, çi plan dike ku bike. Ev rêzikname ji ber ku ji kirrûbirên xaniyên yekem bêtir alîkariya veberhêneran dikin û bihayên xaniyan bilind dikin, hatine rexnekirin.

Duration:00:08:07

Ask host to enable sharing for playback control

Paytexta çanda afirîner û ezmûnên Australya ye

5/13/2026
Melbourne dilê çanda Australya ye - bajarekî afirîner, pirçand, werzîş û huner di ezmûneke bajarî ya zindî de tên cem hev. Ji kolanên îkonîk û çanda xwarinê ya cihêreng bigire heya enerjiya Federation Square û bûyerên navdar ên cîhanê, Melbourne ji nîşaneyên dîrokî bêtir pêşkêş dike; ew atmosfêr û civakê pêşkêş dike.

Duration:00:03:23

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Sêşemê 12/05/2026

5/12/2026
Di vê bûletene de: Leşkerekî Australî di dema dewreya perwerdehiyê de dimire... Di çar salên bê de dahata budceya federal dê bi 45 milyar dolarî zêde bibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:04:41

Ask host to enable sharing for playback control

Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî

5/8/2026
Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi navê Amedê nîne.’’ Lê hin şîrovekar îdia dikin ku serkeftina Amedsporê ji encama pêvajoya siyasî ye ku du sal in li Tirkiye didome ye.

Duration:00:10:25

Ask host to enable sharing for playback control

Alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Kurdan dibe sedema aloziyên siyasî li Herêma Kurdistanê

5/7/2026
Daxuyanîyeke nû ya Donald Trump, serokê Amerîka, derbarê dayîna çek û alîkarîya leşkerî bb Kurdan re, pêleke berfireh a bertek û nîqaşan di navenda siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê de çêkiriye. Ev yek bûye sedema derketina cureyeke ji hevrikîya medyayî di navbera alîgir û kadroyên PDK û YNK ku her aliyek yê din bi birina çekan tohmetbar dike.

Duration:00:08:04

Ask host to enable sharing for playback control

Bridging worlds: A Kurdish–Korean love story shaped in Australia - Yekkirina çandan: Çîrokeke evînê ya Kurdî-Kûrî li Australya şêwekirî

5/5/2026
The intercultural relationship of Tara Fatehi and Sam Yoon illustrates how Kurdish and Korean cultural backgrounds can be meaningfully integrated through shared values, mutual respect, and active engagement with language and tradition. Despite challenges such as communication barriers and raising a multilingual child, cultural similarities help ease their journey. Their experience reflects a commitment to fostering a blended multicultural identity shaped by Kurdish, Korean, and Australian influences. - Zewaca Tara Fatehi û Sam Yoon nîşan dide ku paşerehên çandî yên Kurdî û Kûrî dikarin bi rêya nirxên hevpar, rêzgirtin û têkiliya çalak bi ziman û kevneşopiyê re bi awayekî watedar werin entegresiyonkirin. Ezmûna wan pabendbûna xwe ji bo pêşvexistina nasnameyeke pirçandî nîşan dide ku ji bandorên Kurdî, Kûrî û Australî ve hatiye pêkanîn.

Duration:00:11:00

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Sêşemê 05/05/2026

5/5/2026
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal dibêje stratejiyeke Neteweyên Yekem ji bo piştgirîkirina reforma NDIS tê pêşxistin... Nezelaliya ji bo keştîyên ku di Tengava Hormuzê de ji ber êrîşan asê mane, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:05:47

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 01 05 2026

5/1/2026
Di vê bûletene de: Bangên aramiyê li Alice Springs piştî mirina zarokekî... Koreya Başûr û Australya li hev kirin ku hevkariya xwe ya li ser enerjiyê xurt bikin... Civînek li ser çalakiyên leşkerî yên nû yên potansiyel ên li dijî Îranê di rê de ye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:04:39

Ask host to enable sharing for playback control

Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir

4/30/2026
Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.

Duration:00:11:22

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 30 04 2026

4/30/2026
Di vê bûletene de: Çekdarê Christchurch di hewldana betalkirina îtirafa sûcdariya xwe de bi ser nakeve... Hukûmeta federal soz dide ku pêşniyarên Komîsyona Qraliyetê yên li ser hevgirtina civakî û antîsemîtîzmê bicîh bîne... Û di werzîşê de, tê gotin ku Erebistana Siûdî dê fînanskirina ji LIV Golf rawestîne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:10:29

Ask host to enable sharing for playback control

Vegerandina malbatên Australî ji kampa Roj hatiye astengkirin

4/29/2026
Hekmiye Ibrahim rêvebera Kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê li ser dijwariyên vegerandina jinebîyên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) û zarokên wan yên ku di kampê de ne nîqaş dike. Ew, du hewldanên vegerandinê bi hûrgilî vedibêje, di nav de veguhestina çar malbatan bo Şamê, ku di dawiyê de ji ber nebûna pejirandina fermî ji hukûmeta Autralya rawestiya. Rêveber tekeze dike ku rayedarên kampê hevrêzî hêsan kirine û malbatan wekî gefên ewlehiyê nabînin.

Duration:00:11:31

Ask host to enable sharing for playback control

Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtine

4/29/2026
Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.

Duration:00:09:22

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Sêşemê 28/04/2026

4/28/2026
Di vê bûletene de: Kesên saxmayî û malbatên wan 30 saliya komkujiya Port Arthur bi bîr tînin... Her du aliyên siyasetê jî pêşniyarên ku dibêjin peymana AUKUS dibe ku di tengasiyê de be red dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:06:21

Ask host to enable sharing for playback control

Thirty years after Port Arthur, are we doing enough about gun control? - Sî sal piştî Port Arthur, gelo em derbarê kontrolkirina çekan de têra xwe dikin?

4/28/2026
It's 30 years today since 35 people died and dozens more were injured in a shooting at Port Arthur, in southern Tasmania. The tragedy led to a mass buyback of more than half-a-million guns and other reforms to gun ownership. Advocates for control say more needs to be done in 2026 to limit the number of guns in the community, but shooters say they feel unfairly treated. - Di 28ê Nîsana 1996an de, li Port Arthur, li başûrê Tasmanya, di êrîşeke çekdarî de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev trajediya bû sedema kirîna girseyî ya zêdetirî nîv milyon çek ji xwedan çekan û reformên din ên çekan. Parêzvanên kontrolê dibêjin di sala 2026an de divê bêtir tişt werin kirin da ku hejmara çekan di civakê de werin sînordarkirin, lê bikarhênerên çekan dibêjin ew hest dikin ku bi neheqî hatine muamelekirin.

Duration:00:10:25

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 24 04 2026

4/24/2026
Di bûletena îro de: Serokê DYA Donald Trump dibêje ew ê ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn lezê neke... Hukûmeta Australya dibêje avakirina bîreke neftê ya nû ne çareseriyeke ji bo zextên sotemeniyê yên heyî ye, ew nûçe û nûçeyên din di bûlatenê de hene.

Duration:00:05:00

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Înî 23 04 2026

4/23/2026
Di vê bûletene de: DYA, Arjentîna û Cezayîr di nav welatên ku sotemeniyê didin Australya ... Serokwezîrê Lubnanê piştî kuştina rojnamevana Lubnanî Amal Xelîl Îsraîlê bi tawanên şer tawanbar dike... Û di golfê de, Şampiyona Australî Hannah Green bi yekemîn pêşbirka golf ya jinan a salê re rû bi rû dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:11:16

Ask host to enable sharing for playback control

Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da

4/23/2026
Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî.

Duration:00:07:51

Ask host to enable sharing for playback control

Free RSV vaccinations for older Australians - Vaksînlêdanên RSV yên belaş ji bo Australiyên temenmezin

4/22/2026
The Federal Government has announced free R-S-V vaccinations for older Australians, in a push to better protect those most at risk from the potentially deadly respiratory virus. The $445 million dollar investment means Australians aged 75 and over - and Aboriginal and Torres Strait Islander people aged 60 and over - will be able to access the immunisation for free from mid May, saving them as much as $300 dollars per vaccination. - Hukûmeta Federal derzîlêdanên belaş ên Respiratory Syncytial Virus R-S-V ku vîroseke bandorê li pişikan dike ji bo Australiyên temenmezin ragihand, da ku kesên ku herî zêde di mertisiyê de ne ji vîrosa kujer biparêzin. Veberhênana 445 milyon dolarî tê vê wateyê ku Australiyên ji 75 salî mezintir- û xelkê Aborjinî û Giravên Torres Strait ên 60 salî û mezintir - dê ji nîvê Gulanê û pê ve bikaribin belaş bigihîjin vaksînlêdanê.

Duration:00:08:36

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Çarşemê 22/04/2026

4/22/2026
Di vê bûletenê de: Donald Trump agirbesta Îranê dirêj dike ji ber ku alozî û gefên petrolê zêde dibin... Hukûmeta federal ji bo şîrketên Australya bêtir dabînkirina mazotê peyda dike, û di werzîşê de, Formula 1 siberoja motora xwe ji nû ve dinirxîne, bi veguheztina ber bi hêza hîbrîd û şewitandinê ve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:45